Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May Taloqkirina Brexitê Dixwaze


Serokwezîra Brîtanya Theresa May dîyar kir ku ew bo derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE), ku bi navê Brexitê tê zanîn, taloqkirinê dixwaze.

May piştî civîna bi wezîran re dîyar kir ku dema ew bo taloqkirina dixwazin ‘’demeke kin e’’

Wê dîyar kir ku ew naxwazin beşdarî hilbijartinên Parlamantoya Ewrupa yên di meha Gulanê de bibin.

Xanim May da zanîn ku ew dê bo çareserkirina kêşeya Brexitê bi Serokê Partîya Karkeran Jeremy Corbyn re, ku li Brîtanya rêberê rikeberîya sereke ye, bicive.

Li gor hiqûqa YE’ê, Brîtanya dê di 12’ê Nîsanê de bêpeyman ji yekîtîyê derkeve.

Bo Brexit taloq bibe, divê 27 endamên din yên YE’ê taloqkirinê bipejirînin.

XS
SM
MD
LG