Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Juncker û May Ser Pêşketinên Danûstandinên Brexitê Geşbîn In


Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Serokê Komîsyona Ewrupa Jean Claude Juncker dîyar kir ku di qonaxa yekê ya danûstandinên Brexitê de, têra xwe pêşketin çêbûne.

Juncker da zanîn ku ew êdî dikarin bi Brîtanya re danûstandinên ser peyvajoya piştî derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) bikin.

Piştî dîyarkirina xetên serekî yên veqetînê, li ber e ku her du alî derbazî qonaxa danûstandinên ser bazirganî û peyvajoya piştî veqetînê bibin.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May, bo daxuyanîyê bide îro Înê serê sibê çû Bruksel ya paytaxta Belçîka.

Juncker da zanîn bo lihevkirin çêbe, her du alîyan jî dest ji hin şertên xwe berdane.

May jî got ku "Heta em giheştin vê qonaxê her du alîyan jî dest ji hin tiştan berdan û hin tiştên din jî ji neçarî qebûl kirin."

Li ber e ku peymana fermî di 14'ê Berfanbarê de li Hilcivîna Rêberên YE were pejirandin.

Serokê Konseya YE Donald Tusk, li gor May û Juncker hinekî bi tedbîr axifî û dîyar kir ku "astenga herî dijwar hîn çareser nebûye"

"Em hemî dizanin ku veqetîn dijwar e, veqetîn û li ser wê çêkirina peywendîyeke nû zortir e," Tusk got.

Li ber e ku peyvajoya veqetînê 2 sal bidome. Di vê demê de Brîtanya dê li Yekîtîya Gumrukê û li Bazara Hevpar bimîne, lê dê li sazîyên YE cîh negire û mafê wê yê dengdanê jî tunebe.

Tevî van jî heta bi tevahî dawîbûna veqetînê, Brîtanya dê di bin desthilata qanûnên YE de be.

XS
SM
MD
LG