Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May di 7'ê Hezîranê de Dest ji Kar Berdide


Serkwezîra Brîtanya Theresa May, piştî krîza dûr û dirêj ya derheqa derketina ji Yekîtîya Ewrupa, îro Înê ragihand ku ewê di 7'ê Hezîranê de dest ji kar berde.

“Ji min re mixabinîyeke mezin e û wê wek derdekî mezin bimîne ku min nekarî soza Brexitê bi cîh bînim,” May di axaftina pêş avahîya serokwezîrîyê de got.

Bi biryara May niha pêşbirka rêbertîya peyvajoya Brexitê dikeve qonaxeke nû û divê serokwezîrê/a nû bi Yekîtîya Ewrupa danûstandinên serketî bike û bikaribe vê prosesê temam bike.

Brîtanya ji 1973’an vir ve endamê Yekîtîya Ewrupa lê di referanduma sala 2016'an de gelê Brîtanî deng dabû ku ji Yekîtîya Ewrupa derkeve.

Parlamantoya Brîtanya sê caran dengdanê ser peymana veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa kiribû, lê ew dengdan gîş têk çûbûn.

XS
SM
MD
LG