Serokwezîra Brîtanya, piştî têkçûna hilbijartinên pêşwext, divê qanûndanêrên partîya xwe îkna bike ku ew wek seroka giştî ya Partîya Konservatîf bimîne.
May îro tev li civîna komîteyeke taybet ya qanûndanêrên konservatîf dike ku hinek ji wan daxwza karberdana wê kiriye.
Lê, tevî nerazîbûnên heyî, Reuters pêşbînî dike ku rewşa May heta siberojeke nêzîk ewle xuya dike.
Serokê komîteya bi navê 1922 Graham Brady ji ajansê re got ku w di nav hevkarên xwe de helwesteke wiha nabîne ku rêbera partîya wan niha were guhertin.
“Kes ne heweskar e ku bi destpêkirina pêşbirkeke nû ya rêbertîya Partîya Konservatîf, ji gelê Brîtanî re hin nezelalîyên nû derxin,” Brady bi berdewamî got.
Danûstandinên fermî yên ligel Yekîtîya Ewrupa hefteya tê destpê dikin, lê Partîya Konservatîf di krîzeke kûr de ye, jiber ku niha tenê bi piştgirîya partîyeke Îrlandaya Bakurî dikare hikûmeteke nû ava bike.
Pispor dibêjin ku encamên hilbijartinê herwiha naveroka danûstandinên Brexîtê jî xistiye gumanê ku ekonomîya herî xurt ya pêncan, Brîtanya ji wan danûstandinan çi daxwaz bike.