Bajarvanê Hatayê Lutfu Savaş ragihand ku jiber erdhejê li bajêr 7060 kesan canên xwe ji dest dane.
Savaş dîyar kir ku li Hatayê bi qasî 343,000 avahî hene û da zanîn ku ji wan 2744 bûne enqaz û 17,000 kes ji binê kavilan hatine derxistin.
‘’Me niha bo 1200 kontenyneran cîhek bêlî kiriye û xebatên ser wir didomin. Heta niha me bi qasî 3000 kon vegirtine.’’ Savaş got.
Wî dîyar kir ku Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu du gemîyan dişîne Hatayê ku ew dê kêrî hewcedarîyên bingehîn yên wek xwarin û tuvaletê werin.
Li gor ragihandina Savaş, li Hatayê niha bi qasî 41 aşxane hene û li bajêr ser xwarinê kêşeyên mezin nemane.