Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê HSD’ê Bang li Koalîsyonê Dike ku Hîn Hêzên Xwe li Sûrîyê Bihêlin


Mazlum Kobanî
Mazlum Kobanî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî îro Duşemê bang li edamên koalîsyona navnetewî kir ku nêzî 1,000 heta 1,500 hêzên xwe li Sûrîyê bihêlin ku di çerê DAIŞê de alîkarîya wan bikin.

"Em dixwazin ku piştgirîya êrîşên esmanî berdewam bikin û hêzên li ser erdê hebin ku kordînasyona bi me re pêk bînin," Kobani li bingeheke leşkerî ya li bakurê rojilata Sûrîyê, ji jimareke rojnamevanên Amerîkî re got.

Kobanî herwiha xwest ku Amerîka pêdaçûnê ser biryara vekişîna giştî ya ji Sûrîyê bike ku li paş xwe valahîyekê nehêle.

Daxuyanîyên fermandarê giştî yê HSD’ê, piştî hevdîtina asta bilind ya bi generalên Amerîkî tê ku jibo nirxandina rewşê heyî li Sûrîyê ne.

Qumandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) General Joseph Votel jî piştî hevdîtina li Kobanî re got ku ew fermana Serok Trump ya vekişîna giştî ya ji Sûrîyê pêk tine.

"Bêguman em fem dikin ku ew ji me çi dixwazin, lê tiştê ku em niha dikin ne ew e," Votel ji nûçegîhanan re got.

"Nîqaşa me birastî ne derbarê mayîna li Sûrîyê ye. Em li rêkên curbicur dinêrin ku hezên koalîsyonê çi dikarin li vê derê bikin,” General Votel got.

XS
SM
MD
LG