Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Mazlum Dolan û Gelek Kesên Din li Surê Asê Mane


Qedexe û operasyonên li Surê ket roja 80'an. Peyamhinêrê Ajansa DIHA’yê Mazlum Dolan, 80 roj in li Surê ye û berîya çend rojan bi peyamek ragihand li Surê di jêrzemînên malan de tevî wî 200 kes asê mane.

Mazlum Dolan bi mesaja telefonê ragihand, zarok, kal, birîndar 30 kes di jêrzemînek de asê mane. Li dora wan teqîninên mezin rû didin. Rojnamevan3e ciwan hewar xwest da ku werin rizgar kirin.

Bavê Mazlum, Remzi Dolan, ji Dengê Amerîka re da zanîn, herî dawî doh bişev bi kurê xwe re axivîye. Mazlum jêre gotîye ne av maye, ne xwarin û rewş xerabeLi taxên şer 200 kes di jêrzemînan de asê mane nikarin derkevin.

Ji alîye dine ve, Cemîyeta Rojnamevanên Azad jibo rizgarkirin Mazlum û sivîlên li Surê çalakîyek lidarxistin û daxuyanîyek dan. Rojnamevan xwestin bimeşin Surê lê polêsan jiber qedexê pêşî li wan girt.

Di daxuyanîyê de hat gotin Niha jî Nûçegîhanê DÎHA’yê Mazlum Dolan di bin dorpêça dewletê de ye û jîyana wî di talûkeyê de ye.

Cemîyete îda kir, Hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Kurd şerê komkujîyê daye destpê kirin. Rojnamegerên vê rastîyê tînin ziman û li cîhanê belav dikin tên binçav kirin û girtin. Piştî daxuyanîyê rojnamevan çalakîya rûniştinê lidarxistin.

XS
SM
MD
LG