Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Kobanî: Rûsya Dê Garantorê Peymana di Navbera HSD'ê û Şamê de Be


Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî dîyar kir ku Serok Donald Trump ser rêkeftina di navbera wan û hikûmeta Sûrîyê de bertek nîşan nedaye.

Kobanî ji kanala Ronahî TV re da zanîn ku Rûsya dê garantorê peymana di navbera HSD û Şamê de be.

Wî amaje kir ku ewê piştre bi hikûmeta Sûrîyê re derbarê peymanê bixebitin û bal kişand ku ew peyman bo mafên Kurdan bingeha çareserîyeke sîyasî çêdike.

Tirkîyê hefteya borî dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengîya HSD’ê dike, dest bi operasyonê kiribû.

Trump, leşkerên Amerîkî ji herêma operasyonê kaş kiribû û hêzên hikûmeta Sûrîyê û leşkerên Rûs li şûna Amerîka bi cîh bûbûn.

Mazlum Kobanî got ku li gor peymanê leşkerên Sûrîyê dê li sînor bi cîh bibin û da zanîn ku nûçeyên ku dibêjin HSD’ê axa xwe bi temamî daye hêzên hikûmetê ne rast in.

Kobanî dîyar kir ku şervanên HSD’ê bala xwe dane ser operasyonê Tirkîyê û da zanîn ku û niha armanca wan ya sereke ne şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) e.

Wî bi berdewamî amaje kir ku şervanên wan berpirsên 12000 çekdarên DAIŞ’ê yên girtî ne.

XS
SM
MD
LG