Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator McCain Daxwaza Dersînorkirina Balyozê Tirkîyê Dike


Senatorê Amerîkî John McCain di bernameyeke MSNBC de rexneyên giran li Tirkîyê kir ku zerevanên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan êrîşî xwepêşanderên Kurd dikin.

“Ev der Amerîka ye, ne Tirkîye û welatekî cîhana sisêyan e. Nabe kesek wiha bi tundî were û li hemwelatîyên Amerîkî yên aştîxwaz bixe. Divê balyozê Tirk were dersînor kirin.” McCain got.

Senatorê Amerîkî dîyar kir ku kesên êrîşvan ne mirovên ji rezê, lê parêzkarên fermî yên Erdogan in û divê bersîvdaneke dîplomatîk ji wan re were dayîn.

“Divê em nasnameya wan kesên êrîşkar eşkere bikin û doz li hember wan vekin. Hin kes ji wan re ferman daye ku herin êrîşê xwepêşanderên aştîxwaz bikin. Kes nikare tiştên wiha li nav axa Amerîkî bike. Wan qanûnkesên Amerîkî binpê kirin û divê ew hesabê kiryarên xwe bidin.”

McCain bal kişand ku li Amerîka mafê gelê heye ku xwepêşandanên aştîyane bikin û kes nikare wê mafê tune bike.

XS
SM
MD
LG