Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McConnel: Ew Çete ji Alîyê Trump û Hin Hêzdarên Din ve Hatin Sor Kirin


Rêberê Komarîyên li Civata Senatoran Mitch McConnel roja Sêşemê, di axaftina pêşî ya li senatoyê de dîyar kir ku kesên êrîşî avahîya Kongresê kirine ‘’çete’’ ne.

McConnel dîyar kir ku ew ‘’çete’’ ji alîyê Serok Donald Trump û hin kesên din ve bi ‘’derewan ketine serê çeteyan’’

Ew gotinên McConnel yên wî yên herî tund in ku heta niha dijî Trump bi lêv kirine.

‘’Ew çete ji alîyê Serok û hin kesên din yên bi hêz ve hatin sor kirin û wan bo rawestandina rûniştina li Kongresê ya neecibandibûn tirs û tundî karanîn.’’ McConnel got.

Wî soz da ku roja Çarşemê merasîma sondê ya li Kongresê dê bi awayekî serketî û ewle çêbe.

Rêberê Komarîyên li Civata Senatoran dîyar kir ewê li dû merasîma sondê karên xwe bidomînin.

XS
SM
MD
LG