Serokê Civata Senatoran yê Amerîka Mitch McConnell yê Komarî îro Sêşemê serfrirazîya serokê hilbijartî yê Demokrat Joe Biden û Cîgîra wî Kamala Harris ya di hilbijartinên 3'yê Mijdarê de pîroz kir.
McConnell bi vê peyamê bêdengîya xwe ya dirêj ya ser encama hilbijartina seroktîyê bi dawî kir.
McConnell, piştî encama fermî ya Duşemê ya ku ji hêla Destaya Hilbijeran ve hat dayîn, li Civata Senatoran serketina Demokratan qebûl kir.
Wî di axaftina xwe ya 10 deqeyî de bi giranî pesna dema seroktîya Donald Trump yê Komarî da û di dawîyê Biden pîroz kir.
"Îro ez dixwazim serokê hilbijartî Joe Biden pîroz bikim, wî gelek salan xizmet gel kiriye. Me di hilbijartinê de encamek cûda hêvî dikir, lê Amerîkî gî dikarin serbilind bibin jiber ku gelê me bo cara yekê jinek wek cîgira serok hilbijart."
McConnell ji destpêka Mijdarê vir ve guh neda bangên qebûlkirina serketina û digot ku mafê Trump heye ku bo guhertina encamên hilbijartinê, serlêdanên qanûnî bike.
Destaya Hilbijeran ya Amerîka roja Duşemê berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden bi awayekî fermî wek serokê 46’an ya Amerîka bi nav kiribû.