Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McGurk: Amerîka li Rojhilata Navîn Dimîne


Brett McGurk li dema pêşkêşkirina gotarekê li konferansa Manamayê. 21ê Mijdarê, 2021.
Brett McGurk li dema pêşkêşkirina gotarekê li konferansa Manamayê. 21ê Mijdarê, 2021.

Berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Civata Ewlekarîyê ya Koşka Spî Brett McGurk îro Yekşemê tekez kir ku Amerîka ji Rojhilata Navîn dernakeve.

Di gotarekê de li konferansa salane ya Dîyaloga Manamayê li Behreynê, McGurk got ku “gelek caran pirs ji min tê kirin ka gelo Amerîka ji Rojhilata Navîn derdikeve yan na. Bila ez li vir baş zelal bim, Amerîka naçe ti cihî. Ev dever jibo Amerîka pir girîng e û pir bi berjewendîyên Amerîkayê ve girîdayî ye ku dev jê berde.”

Derbarê egera vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî, McGurk dîyar kir ku rejîma Sûrî tawanên mezin kirine û divê berî endamtîya Komkara Erebî were ceza kirin.

Li ser doseya Îranê û bernameya wê ya navokî jî, berpirsê Amerîkî da zanîn ku “siyaseta me hemberî Îranê, ku neyareke eşkere ye, li ser bingeha prensîpên yên diplomasîya pêşîgirtinê û kêmkirina girjîyê ne. Her yek ji van jî bêyî ya din kar nake.”

McGurk got ku Washington pir bi fikar e hember bernameya Îranê ya navokî.

XS
SM
MD
LG