Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Amerîkî Piştgirîyeke Xurt ji McGurk re Radigihîne


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di daxuyanîyeke nivîskî de got ku hem Wezîrê Derve Rex Tellerson, hem jî Qesra Sipî bi awayekî xurt piştgirîya nûnerê taybet yê Amerîkî yê koalîsyona dijî DAIŞ’ê, Brett McGurk dike.

Nauert bal dikşîne ku wek pêşengê xebatên dîplomatîk yên dijî DAIŞ’ê û kordînekirina şerê dijî wê rêxistinê li Îraq û Sûrîyê, McGurk karekî pir hêja dike û rêvebirî jî ji karê wî gelek razî ye.

Daxuyanî dide zanîn ku Tirkîye hevalbendeke NATO ye û fikarên wê yên ewlekarîyê tên guhdar kirin.

Nauert di dawîya daxuyanîyê de bal dikşîne ser opoerasyona rizgarkirina Reqa û ji hevalendên ser erdê dixwaze ku hewilên xwe yên dijî DAIŞ’ê kordîne bikin.

XS
SM
MD
LG