Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General McKenzie Dibêje Îran Armanc Dike Amerîka ji Rojhilata Navîn Derkeve


General Kenneth McKenzie, Berpirsê berê yê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM)
General Kenneth McKenzie, Berpirsê berê yê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM)

Berpirsê berê yê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) General Kenneth McKenzie ragihand ku Îran bi êrîşên ser hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê armanc dike Amerîkayê neçar bike ku ji herêmê derkeve.

“Loma wan her tim hêzên me yên li Îraq û Sûrîyê wek qada serekî ya şer dibînin," wî got.

General Kenneth McKenzie di hevpeyvînekê bi Dengê Amerîka de, alozîya dawî ya di navbera Washington û Tehranê de nirxand, ku bi zêdebûna êrîşên dronî û bi roketan dijî hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê ji alîyê komên ku Îran piştgirîyê dike, tundtir dibe.

General McKenzie dîyar kir ku bo rawestandina wan êrîşan divê Amerîka Îranê kane bike ku niha ne dema zêdekirina alozîyan e û bo nîşandayîna vê xalê gelek tişt hatine kirin, ku tevî zêdekirina hêzên Amerîka li herêmê jî.

“2 keştîyên şerker, keştîyekê jêr deryayî ya mûşekan, jimarek firokeyên şerker, û yên berevanîya esmanî niha li heremê ne, “ wî got.

Berpirsê berê yê CENTCOM’ê ragihand ku bi dîrokî delîl hene ku Îran reftarên xwe nerm dike, dema ku rûbirûyê hêzeke mezin ya Amerîka dibe.

“Loma, hemî êrîşên di van çend rojên dawî ku Rêveberîyê (Qesra Sipî) ferman bo destnîşankirina wê xalê ji Îranê re hatin kirin; niha ne dema zêdekirina alozîyan û berfirehkirina vî şerî ye yan jî ne dema şopandina armanca demdirêj e, ya ku me neçar bike ku em ji herêmê derkevin," wî got.

General McKenzie bal kişand ku bo dîtina bandora peyamên Washingtonê ku li ser Tehranê wê heta 10 rojên pêş girîng bin, ku bi zêdekirina hêzên xwe û êrîşên bersîvdar têne dayîn.

“Emê bibînin ka wê Îran vê dersê bi cîdi bigire û kiryarên xwe wê nerm bike yan jî ewê bi pêş ve biçin. Ew dizanin, em amade ne ku zarara mezin bidin wan, ger ew êrîşên ser me bidomînin û bibin sedema windakirina can an jî zararên girîng ji karmendên Amerîkî yan heval û hevkarên me. Ev niha egereke pir rastîn e, jiber ku me hêzên şerker yêna zêdetir anîye herêmê. Ev yek êdî ne gefeke pûç e," McKenzie got.

Hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê gelek caran bûne armanca êrîşan, ji dema ku şerê Îsraîl û Filistînîyan di 7’ê Cotmehê de destpê kiriye vir ve. Karbidestên rêvebirîya Biden balê dikşînin ku Îran dixwaze şer li Rojhilata Navîn belav bike.

General McKenzie dîyar kir ku li gor tecrûbeya wî her çend Îran piştgirîya Hamasê dike jî, lê berfirehkirina şer bo piştvanîya komê, ne armanca bingehîn ya Tehranê ye.

“Armanca wan ya bingehîn derxistina Amerîkayê ji herêmê ye û loma jî ev êrîşana zêde dibin. Ev bi tiştê ku li Gaza diqewime re hevseng e û hin tekilî heye.

Lê ez bawer nakim ev êrîş bi esasî ji ber vê armancê bin," wî da zanîn.

General McKenzie, ser pirsê helwesta Amerîka jî nirxand, ku jiber şer Îsraîlê bi rengekî tund rexne dike û dijî Amerîka zimanekî tûj bi kar tine; dema jixwe Enqere û Wasghinton ser gelek mijaran lihev nakin, tevî hevkarîya Amerîka û HSD li Sûrîyê.

“Tirkîye dostekî kevn û hevbendê Amerîka yê li NATO ye. Pêywendîya me li gor xala pênca ye, ku em bi Tirkîyê re zimanê NATO’yê bikar bînin. Loma em ser kêşeyên ewlekarîyên rewa yên wê pir bersîvdar in. Tirkîyê di bin zextên komên terorîst de ye, yên ku li derveyî Sûrîyê ne. û em vê yekê nas dikin. Ser gelek mijaran bi Tirkîyê re kêşeyên me hene, lê hê jî hestek bingehîn ya vê pêwendîyê maye. Û emê bo parastina wê pêwendiyê pir hewl bidin ku bo Amerîka girîng e," wî got.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG