Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meadows: Paketeke Din ya Alîkarîya bo Korona Bêrî Hilbijartinê Pêkan E


Mark Meadows
Mark Meadows

Qesira Sipî îro Sêşemê geşbînîya xwe dîyar kir ku paketeke alîkarîya federal ya bo COVID-19 berî hilbijartinê dikare were ragihandin.

“Ez hêvî dikim ku bêrîya hilbijartina seroktîyê ya 3'yê Mijarê paketeke din ya alîkarîya federal ya bo COVID-19 dê were ragihandin,” Berpirsê Karmend û Karûberên Qesira Sipî Mark Meadows got.

Lê Meadows di derbarê danûstandinên bi Demokratên Civata Nûneran re bahsa pêşveçûneke nû nekir.

Meadows, di hevpeyivînek bi Fox Business Network de ragihand ku ew hêvî dike ku bernivîsa qanûna ku ji hêla Senatorên Komarî ve tê pêşkeş kirin, dê jibo peymana pêşerojê bi qanûndanerên Demokrat re be bibe bingeh û danûstandin bidomin.

Hevdem, Serokê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Mitch McConnell îro got ku ewê ser bernivîsa qanûna ser COVID-19 bipeyîvin.

McConnell di daxuyanîyekê de dîyar kir ku Civata Senatoran wê hewil bide ku bernivîsa qanûna xwe ya COVID-19 bipejirîne û di vê hefteyê de dengdanê li ser wê bike.

XS
SM
MD
LG