Parlamenterîyên parlamenterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhan jiber cezayên wan bi biryarên serokwezîrîyê hatin rakirin.
Bo Yildirim jiber ‘’heqareta li serokomar’’ û bo Ayhan jî jiber ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ ceza hatibû dayîn.
Parlamenterên HDP’ê, berî biryara rakirina parlamenterîya her du parlamenteran were xwendin ji meclîsa Tirkîyê derketin.
Tevî Yildirim û Ayhan, di salekê de parlamenterîya 9 parlamenterên HDP’ê hat rakirin û kursîyên wê partîyê li meclîsê daket 50’î.
Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 9 parlamenterên wê partîyê jî li girtîgehê ne.