Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meclîsa Jinên HDP Balê Dikşîne Ser Rewşa Jinên Kedkar li Tirkîye


Meclisa Jinan ya HDPê li Diyarbekir
Meclisa Jinan ya HDPê li Diyarbekir

Meclîsa Jinan ya HDP jibo balê bide ser rewşa hejariya jinên karker û pale li Tirkîye, dever bi dever li zevî û baxçeyan gerîyan, bi jinan re hatin ba hev.

peyvdara meclîsê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, endamên meclîsê bernama ku navê wê ''Jibo feqîrîya Jinan na'' bajar bi bajar gerîyan.

Parlamenter li bajarên Enqere, li zeviyên sebzeyan, li Edene li baxçeyên fêkîyan, li Adiyaman (Semsur) li zevîyên titûnê, li Ruha li baxçeyên îsotan, li Bedlîsê li baxçeyên firingîyan, li Agirîyê li zozanan, li îdîrê li baxçeyên arûngan (qeysî) gohdarîya jinan kirin û jinan jî, ji wan re behsa zehmetîya ku dijîn kirin.

Hemî jin li baxçe û zevîyan rojê 10-12 saet kar dikin bi pereyek pir hindik ku rojê 60-70 lîre distînin.

Di nav jinên pale de keçên ciwan jî hebûn ku anîn ziman jibo alîkarîya debara malbatê, dest ji dibistanê berdane, xeyal û hîviyên wan nîvco maye.

Jinên paletiyê dikin destnîşan dikin ku salê 9 meh, rojê 10-12 saet di şertên giran de di bin konan de dijîn. Bi pereyê ku distînin jî tenê dikarin 5 kîlo rûn tê. Li van baçxe û zevîyan, ne ciyê serşoyê heye, ne jî ev jîyan jibo saxlemiya mirovan e.

Meclis Jinan ya HDP li Seranserî Tirkiye Serdana Jinen Pale Kir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00

Ev dîmen ji aliyê rêxistina HDPê ve hatine kişandin û mafê weşanê daye Dengê Amerîka.

Krîza ekonomîk, bihayê jîyanê, rewşa perwerdehîya zarokan derdê şirîk yên hemîyan bû. Jinên pale anîn ziman ku di pandemiyê de jiber ku internet û kompitur nîne, mafê perwerdehiyê jî ji destê zarokên feqîr hatîye standin.

Li Edenê, Hatay û Anyalya jî, jinên kurd, li baxçeyên fêkîyan de li rex jinên penaber yên Suriyê kar dikin ku jinên ji netewên cuda di feqiriyê de dibin yek.

XS
SM
MD
LG