Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtûka Nû ya Helbestvan Med Reşîyan Dengê Hindurîn yê Êşê Derket


Helbestvan Med Reşîyan
Helbestvan Med Reşîyan

Pirtûka helbestvan Med Reşîyan ya bi navê “Acının İç Sesi (Dengê Hindurîn yê Êşê)” ji alîyê Weşanxaneya Name hat weşandin.

Helbestvan Med Reşîyan bi xwe Kurdeke Anatolîya Navîn e û li bajarê Konya dijî.

Reşîyan bi gelemperî ser dîrok û axa Kurdan helbestan dinivîse. Wê heya niha sê pirtûk derxistîne: “Qîrîna li Pişt Çîya”, “Bila Gule Çivîkan Netirsînin” û “Dengê Hindurîn yê Êşê”.

Pirtûkên helbestvan Med Reşîyan
Pirtûkên helbestvan Med Reşîyan

Di her pirtûkê Reşîyan de kesîtîya wê ya hindurîn ya civakî di nav hev de bûne yek beden.

Dema ew hestên xwe dîyar dike, her yek peyîvê di nav ax û dîroka Kurdan re yekser derbaz dike û xeyalên xwe tîne ziman.

Her sernavên ku bi kar anîye raste rast rengê helbestên wê jî nîşan dide: “Hisnkeyf Wê Te Vebêje”, “Bila Zarok Negirîn”, “Li Kurdistanê Dayikek Im”, “Dibe Ku Ez Dinê Biguherînin”, “Eşqa Min ya Birîndar”, “Xeyalên Pênaber” hinek ji wan sernavan in.

Reşîyan di helbesta “Li Kurdistanê Dayikek Im” de qerîna Kudan tîne zimên:

“Ez dayikekim li Kurdistanê/Li qerexê sînoran, di nav şereke xeyalên ji dest hatine girtin de me/Di nav jîyaneke bêbêxt de bajar hatine wêran kirin û neçar im/Şev xayîn û xemgîn e/Li der dengê tanqan/Li ser dîwaran şopên xwînê/Nêrînên bi tirs, kolanên wêran, jiyanên belengaz.”

Reşîyan helbestên xwe û nêrîna xwe ya ser hunerê wiha ji Dengê Amerîka re dîyar dike:

“Huner hem gerdûnî û hem jî herêmî ye. Em çiqas gerdûnîbîn ew qas jî xwecîhî ne. Ez di helbestê xwe de jîyana xwe, jîyana Kurdan ji jîyana tevahîya civakê dur nabînim. Êş êş e, êşa Kurdan û êşa hemû civakên din ji hev ne cûda ne.”

Di her helbestê Reşîyan de ne pêkan e ku evîna dil û evîna welat ji hevdu were cûda kirin: ax û mirov wek du birayê cêwî dîyar dibin.

“Ez her çiqas helbest binivîsim jî lê, ez hemû kesîtîya xwe di nav civakê de dewlemend dikim. Jibo vê jî civaka ez jê hatime, anku civaka Kurd di nav gelek êş û belengazîya de maye û rastî neheqîyan hatiye. Dema ez dinivîsim van neheqîyan tînîm ziman. Ev jî rastîya civaka min e.”

Helbestvana Kurd Reşîyan her sê berhemên xwe bi Torkî nivîsîne jiber ku Kurdîya wê têr nekirîye bi zimanê dayikê berhemên xwe biafrandana.

Ew xemgîniya zimanê Kurdî dikşîne û niha armanc dike ku helbestên xwe bi zimanê Kurdî binivîse.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Helbestvan Med Reşîyan Pirtûka “Dengê Hundirê Êşê” Nivîsî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
XS
SM
MD
LG