Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medvedev Dibêje Ew jiber Gefên Dijî Rûsya Hîndarîya Çekên Navokî Dikin


RUSSIA-PUTIN/MILITARY
RUSSIA-PUTIN/MILITARY

Karbidestê ewlekarîyê yê payabilind yê Rûsî Dmitry Medvedev dîyar kir ku armanca hîndarîyên navokî hazirîyên jibo bersîvdana êrîşên dijî axên Rûsya ye.

Medvedev, ku berê seroktîya Rûsya kiriye û niha jî cîgirê serokê civata ewlekarîyê ye, ji Telegramê hişyarî da dewletên Rojavayî ku ger bi çekên wan dijî Rûsya êrîş çêbin ewê bersîv ne bi tenê jibo Ukrayna be.

‘’Di hin şertan de (li hember êrîşên wisa) bersîv wê ne tenê jibo Kîevê be.’’

Wî dîyar kir ku gava ew bersîvê bidin ewê xêncî peqînkarên konvansîyonel çekên taybet jî bi kar bînin.

Rûsya roja Duşemê dîyar kiribû ku ewê jiber gefên Fransa, Brîtanya û Amerîka di hindarîyên leşkerî de çekên navokî yên taktîk jî bi cîh bike.

Medvedev bi taybetî ser Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron, ku gotibû ku ew destûrê didin Ukrayna ku bi çekên wan êrîşan bibin ser navendên li Rûsya, axifî û wî ser wî wezîrî gotineke xirab jî got.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG