Cîgirê Sekrterê Civata Ewlekarî ya Rûsya Dmitry Medvedev îro Çarşemê got ku NATO bi zêdekirina piştgirîya jibo Ukrayna Cenga Cîhanê ya Sisêyan nêzîktir dike.
Medvedev ji Telegramê got ku alîkarîyên dewletên NATO yên jibo Ukrayna nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
‘’Rojavayê ku dîn bûye wekî din tiştek nedît. Ya rast, dawîya vê mirin e. Şerê Cîhanê ya Sisêyan nêzîktir dibe. Lê, jibo Rûsya her tişt zelal e û emê li gor armancên xwe tevbigerin," Medvedev got.
Rêberên dewletên NATO do Sêşemê li Lîtvanya kom bûn û civîna wan îro Çarşemê didome.
Jimareke dewletên NATO soz didin ku ewê pirtir piştgirîya çekan û diravan bidin Kîevê.
Ukrayna jî hewil dide ku di vê civînê de rêkên endamtîya li NATO veke.
Jêder: AFP