Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medvedev Dibêjê Moskow Wê Şertên Aştîyê Dîyar Bike


Serokê berê yê Rûsya Dmitry Medvedev îro Sêşemê got ku Rûsya wê li Ukrayna bi ser keve.

Medvedev da zanîn ku bi serketina Rûsya re Moskow wê şertên aştîya siberojê dîyar bike.

Di parvekirineke li ser Telegramê de, Medvedev, ku niha Cîgirê Serokê Konseya Ewlekarîya Rûsya ye, got Moskow wê hemî armancên xwe bi dest bixwe.

Wî dîyar kir ku di siberojê de aştî jî çêbe ewê li gor şertên Moskowê bin.

Medvedev demekê ji alîyê welatên Rojava ve wek şirîkekî potansîyel dihat dîtin.

Rûsya di meha Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê çaxê vir ve Medvedev dijî welatên Rojava gotinên tundtir dike.

Moskow ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînîn û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG