Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendevan li Pirtûkxaneya Medya Dikarin Pirtûk Dîyarîya Hevdu Bikin


Pirtûkxaneya Medya li Stenbolê, piştî pêşnîyara xwendevanekî ciwan dest bi kempeynekê kir ku xwendevan dikarin pirtûkekê wek dîyarî bikirin û bidin xwendevanên li dû xwe.

Li Pirtûkxaneya Medya ev kempeyn berîya salekê hatibû destpê kirin û heta niha jî jiber daxwaza xwendevanê ciwan yê ku nexwestîbû navê xwe bide wek kevneşopîyekê didome.

Xebatkara Pirtûkxaneya Medya Xeyrîye Taniş dîyar dike ku bi destpêka vê kempeynê heta niha ji Ewrupa heta Şirnex û bajarên din eleqeyeke mezin di nav xwendevanan de heye û piştgirîyê didin vê kempeynê.

“Mirov têne Pirtûkxaneya Medya û dema vê projeye dibisin dixwazin ku piştgirîyê bidin û ew jî pirtûkan distînin. Yên ku têne pirtûkan distînin ez jî van pirtûkan dîyarîya wan dikim û kîjan pirtûk û ziman were xwestin ez mohr dikim û didim wan.”

Xwendekarê Zanîngeha Hacettepe Umît Şabangun jî tev li vê kempeynê bûye û ew jî kêfxweşîya xwe tîne ziman.

“Min Pirtûkxaneya Medya bi saya hevalekî xwe min nas kir û ez hatim vir û min hin pirtûkên wejêya Kurdî kirîn. Min projeya pirtûkxaneyê ya dîyarîkirina pirtûkan bihîst û min jî wek dîyarî pirtûkek sitand.”

Hêjayî gotinê ye ku Pirtûkxaneya Medya li ser kolana herî qerebalix a Îstenbul’ê Îstîklal’ê li jêra Qada Galatasaray ji sala 2000’an û vir ve tevî hemî zext û astengkirinan jî mêvandarîya xwendevan û hezkirîyên zimanê Kurdî dike.

MEB_11_9_21_Pirtukxane_Medya
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00

XS
SM
MD
LG