Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dawîkirina Pêvajoya Çareserîyê de Nîqaşên Ser Rola Medyaya Tirkîye


DITAM

Navenda Lêkolinên Civakî ya Dicleyê (DITAM) li ser navê ‘Pirsgirêka Kurd û Medya Tirkîye' li Amed, Ruha û Mêrdînê lekolînên sehayê dike û li Amed, Entab û Wanê jî rêzekomxebatan lidar dixe.

Xebatên DITAMê dê ji du milan bidome. Ya yekê xebata sehayê ye, ya duyê jî komxebat in.

DITAM, li sê bajarên mezin ên Kurdan, bi rêya kompanîya RAWEST dê lêkolînên sehayê bike.

Navenda DITAMê bi lêkolîn û komxebatan dixwaze hizrû nêrînên Kurdan, bawerîya wan ya ji medya Tirkîyê tespit bike.

Komxebata pêşin di 2ê mehê de li Amedê bi beşdarîya rojnamegerên Kurd nunerên sivilye lidardikeve û li wir rola medyayê li ser pêvajoya çareseriyê dê were nîqaşkirin.

Rêvebirên DITAMê Ahmet Ozmen û Sedat Yurttaş behsa hurgilyên naveroka komxebatan kirin.

Hêjayî gotinê ye Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê piştgirîya lêkolîn û komxebatên DITAMê dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG