Stiranbêjê Îranî Mehdî Yarahî roja Sêşemê bi du sal û heşt mehan di zindanê de hate cezakirin û fermana lêdana 74 qamçîyan lê hate birîn, li gor parêzera wî Zehra Minoui.
Yarahî yê 42 salî di Tebaxê de hatibû girtin ser çend tewanên cuda derbarê stiranekê ku tê de rexneyê li yaseyên Îranî dike, ji bo sernixumandin û lixwekirina hîcabê neçarî li Îranê.
Hunermendê Îranî ji alîyê Dadgeha Şoreşê ve li Tehranê hate darizandin.
Parêzera wî Minoui got ku li gor yaseyên Îranî, wê Yarahî cezayê xwe serhev bistîne. Ev jî tê wê wateyê ku ewê salekê di zindanê de bimîne.
Yarahî, stiranbêjê Pop, piştî çar rojan ji belavkirina stirana xwe ya bi navê Roosarito ku tê wateya Hîcab hatibû girtn. Ew stiran piştî mehekê ji salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emînî li ser destê polîsên Exlaqî. Emînî Îlona 2022'an piştî girtina wê jiber lixwekirina hîcabê hatibû kuştin.
Dezgehên ragihandinê yên girêdayî hikûmetê Yarahî bi "belavkirina stiraneke ne yasayî û li dijî dab û nerîtên civaka Îslamî ye" tawanbar kirin.
Piştî diyarkiirna cezayê wî, hunermend li ser platforma X bi haştaga "Jin, Jiyan, Azadî" postek belav kir. Wî herwiha nivîsî, "Negirîn, ez kabûsê vî dadwerî me."
Stiraneke wî ya din bi navê "Sorode Zan" anku "Sirûda Jinan" piştî ku di Cotmeha 2022'an de derket, bû sirûda xwepêşandanên dijî hikûmetê, bi taybet li qadên zanîngehan.
Hêjayî gotinê ye ku Yarahî wergirê berê yê xelata baştirîn stiranbêjê Popê ye li Festîvala Fejr. Ew festîval girîngtirîn çalakiya muzîkê li Îranê ye ku hikûmet jî piştgirîya wê dike.
Jêder: VOA, AFP