Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meksîko di Hejmara Mirinên Koronayê de Fransayê Dibore


Girên girseyî yên qurbanîyên korona li Meksîko
Girên girseyî yên qurbanîyên korona li Meksîko

Meksiko îro Yekşemê ragihand ku 523 mirinên nû ji koronayê çêbûne û hejmara giştî ya mirinên jiber wê vîrusê jî giheştiye 30,366 kesan.

Cîgirê wezîrê saxlemîyê Hugo Lopez Gatell got ku di 24 saetên dawî de 6,914 tûşbûnên nû hatine tomar kirin û heta niha bi giştî 252,165 bûyerên pşitrastkirî yên pêketinê çêbûne.

Gatell careke din bal kişand ku hejmara rastîn ya pêketîyên vîrusa korana gelek bilndtir e.

Piştî eşkerekirina hejmarên nû, Meksîko niha hatiye pêş Fransa û li seranser cîhanê welatê pêncan e ku hejmara herî pir ya tûşbûnan tê dîtin.

XS
SM
MD
LG