Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meksîko Dibêje Dronên Amerîka bi Rêkên Qanûnî Ketine Sînorê Wê


Seroka Meksîko Claudia Sheinbaum îro Çarşemê got ku dronên Amerîka bi rêkên qanûnî di ser axên wan re firîne.

Sheinbaum dîyar kir ku dronên derbazî axên wan bûne yên hevkarîyê ne.

‘’Hevkarîyek heye. Ew firîn beşek ji operasyona kordînekirî ya hikmetûn Amerîka û Meksîko ne û bi salan e têne kirin.’’

Karbidestekî Amerîkî jî dîyar kir ku ew dron bi awayekî kordînekirî hatine firandin û got ku li ser wan çek tuneye.

Wî karbidestekî ragihand ku karê wan dronan dîtina kargehên fentanîlê ye.

Serokê Amerîka Donald Trump gotibû ku ewê jibo sekinandina fentanîla dikeve welêt kartelên hişbiran yên Meksîko wek rêxistinên terorî ragihîne.

Amerîka îro Çarşemê jimareke kartelan xist lîsta rêxistinên terorê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG