Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Meksîko Hejmara Mirinên ji Korona Diguherîne


Hikûmeta Meksîko hejmara mirinên ji vîrusa korona guherand.

Karbidestên Meksîko dîyar dikin ku hejmara mirinên ji vîrusa korona ji ya berê hatibû eşkere kirin 60 ji sedê zêdetir e.

Li gor agahîyên dawî yên hikûmeta Meksîko dane, vîrusa korona li welêt 321 hezar kes kuştine.

Bi vî awayî Meksîko, bi hejmara mirinên ji vîrusa korona li dû Amerîka tê ku ew welat li cîhanê di rêza pêş de ye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Amerîka bi qasî 550 hezar kes kuştine û li Brezîlya jî 312 hezar kes bi wê vîrusê canên xwe ji dest dane.

Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador jiber karên xwe yên dema pandemîya vîrusa korona tê rexne kirin.

Opozîsyona Meksîko îdia dike ku Obrador guh nedaye cîdîbûna pandemîyê jî dereng maye.

XS
SM
MD
LG