Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanima Yekê Melania Trump Dest bi Gera Afrîqa Kir


Xanima yekê ya Amerîka Melania, wek beşeke serdana xwe ya parzemîna Afrîqa, îro giheşt Gana.

Melania, piştî ku hevjîna wî Donald Trump bû serokê Amerîka, cara yekê ye ku tenê diçe serdaneke navnetewî.

Qesira Sipî ragihand ku Melania piştî Gana, serdana Malawî, Kenya û Misirê jî bike û girîngî bide ser qencbûna saxlemîya dayikan û pitikên ku hatine jîyanê, perwerdekirina zarokan û çawa Amrîka dikare alîkarî dide wan welatên Afrîqî.

Hin çavdêr bal dikşînin ku serdana pênc rojan ya Melania dikare rastî pirsgirêkan were, jiber ku Donald Trump şîroveyên tund li hember Afrîqa kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku xanimên yekê yên berê Hillary Clinton, Laura Bush û Michelle Obama jî pir caran serdana Afrîqa kiribûn.

Melania Trump demeke zûtir ya îsal, jibo xweşhalîya zarokan kempeyneke bi navê "Bibe Herî Baş" dabû destpê kirin.

XS
SM
MD
LG