Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melania Trump: Hevjînê Min û Rêvebirîya Wî Heta Dermanê Korona Dibînin, Têkoşîna Dijî Wê Nexweşîyê Dê Bernedin


Xanima Yekê ya Amerîka Melania Trump di şeva duyê ya Kongreya Neteweyî ya Komarîyan de bo hevjînê xwe Serok Donald Trump banga piştgirîyê kir.

Melania Trump di axaftina xwe de bal kişand ser şewba vîrusa korona, dîyar kir ku wê nexweşîyê ji Adarê vir ve jîyan guherandiye û bo kesên ku nasên wan bi wê nexweşîyê mirine, sersaxî xwest.

‘’Hevjînê min û rêvebirîya wî heta ku derman yan perpûneke ku herkes dikare bikar bîne dibînin dê têkoşîna dijî nexweşîyê bernedin.’’ Melania Trump got.

Wê dîyar kir ku Serok Trump dê bo kesên vîrusa korona bandor li ser wan çêkiriye, nesekine û çi ji dest wî were bike.

Xanim Melania bi berdewamî dîyar kir ku rikeberî û medya bi awayekî neheq rexneyan li Serok Trump dikin û got ku mêrê wê ji welatê xwe hez dike û siberoja welêt bo wî girîng e.

Melania Trump bi bîr xist ku ew di 26 salîya xwe de ji Slovenya hatiye Amerîka û piştî karên burokratîk yên deh salan dom kirine, di sala 2006an de bûye hemwelatîya Amerîka.

Keça biçûk ya Serok Trump, Tiffany Trump jî di kongreyê de axifî.

Tiffany Trump dîyar kir ku bavê wî sîstemeke aborîyê ya pêşve diçe çêkiriye û bang li hemwelatîyên Amerîka kir ku di hilbijartinên Mijdarê de careke din piştgirîya Serok Trump bikin.

‘’Bavê min bo welatê me xeyalên mezin xeyal dike. Dengê min bo îdealên Amerîka. Dengê min bo Donald Trump’’ Tiffany Trump got.

Kurê Trump, Eric Trump jî dîyar kir ku bavê xwe sozên xwe yên di kempeyna hilbijartinê ya sala 2016’an de bi cîh anîne û got ku bi hilbijartina Trump li Amerîka ‘’guherîneke dîrokî’’ çêbûye.

Eric Trump ser kesên dijî Trump got ku ‘’demokratên tundrê’’ ne dîyar kir ku ew dixwazin rê li ber fikrên ne li gor wan bigirin.

Wî da zanîn ku bi Trump re li Amerîka bêkarî kêm bûye, aborî geş bûye û artêş jî pêşve çûye.

XS
SM
MD
LG