Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melania Trump Îşev di Kongreya Komarîyan de Dipeyîve


Melania Trump û Donald Trump
Melania Trump û Donald Trump

Xanima yekê ya Amerîka Melania Trump ewê îro Sêşemê di şeva didoyan ya Kongreya Neteweyî ya Komarîyan de (RNC2020) di derbarê jinûve hilbijartina Serokê Amerîka Donald Trump de, biaxife.

Xanim Melania Trump îro Sêşemê dê bi axaftinek ji Baxçeya Gulan ya li Koşka Spî beşdarî bernamaya kongreyê be.

Axaftina Melania Trump, ku bi piranî darnakeve pêş bîragîştî û wek xanimeke yekê pir ne li ber çavan e, wê bi îhtîmalek mezin ser Trump bi rengekî germ û xweş bipeyîve.

Hefteya borî Trump di kongreya partîya Demokrat de, bi dubarekî wek hêzek bo kaosê û tarîyê hatibû navkirin û çaverê ye ku Serok Donald Trump jî tev li hevjîna xwe Melania bibe.

Dîsa, tê rexmîn kirin ku Melania Trump dê xeletîyên ku di axaftina xwe ya 2016'an de kiribû, neke û bi hişmendî bipeyîve.

Xanim Trump bi sedema ku di axaftina xwe de, gotinên mîna ku Michelle Obama di kongreya Partîya Demokrat de wek xanima yekê bi kar anîye, hatibû rexne kirin.

Di kongreyê de Wezîrê Dervê Mike Pompeo jî diaxife ku Demokrat wî bi şikandina pîvana çalakîya partîzanî rexne dikin.

Tê pêşbînî kirin ku Pompeo ji serdana xwe ya dîplomatîk ya li Rojhilata Navîn ji Îsraîlê beşdarî bernamayê be.

Di heman demê de îro Sêşemê di kongreya Komarîyan de kurê Trump Eric, keça wî Tiffany û herwiha karbidestên giştî yên wek walîyê eyaleta Iowa Kim Reynolds û senatorê Amerîkî Rand Paul jî wê biaxifin.

Dîsa, bilî wan kesan çend kesên navdar yên berevankarên polîtîkayên Trump jî dipeyîvin. Çalakvana dijî kurtajê Abby Johnson, karsaz Jason Joyce û Mary Ann Mendoza, ku kurê wê di pevçûnek ser maşîneyeke de ji hêla koçbereke qaçax ve hatibû kuştin wê îşev bipeyîvin.

Delegeyên Partîya Komarî roja Duşemê berbijerîya Trump ya bo seroktîya Amerîka bo cara duyê pejirandibû.

Di roja yekê ya kongreyê de, bi giştî heke berbijarê partrîya Demokrat Joe Biden hilbijartina 3'ê Mijdarê de bi ser bikeve, weneya xirab ya rewşa Amerîka çawa bibe, hat sekinandin.

XS
SM
MD
LG