Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanima Yekê Melania Trump Dê li Pennsylvania Biaxife


Xanima Yekê Melania Trump dê bo kempeyna hilbijartinê ya berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump çalakîyekê li dar xe.

Li gor daxuyanîya tîma kempeyna hilbijartinê ya Trump, Melania Trump dê roja Sêşemê li Pennsylvania di çalakîyekê de biaxife.

Moderatorîya çalakîyê dê yek ji şêwirmendên berê yên Qesira Sipî, Kellyanne Conway bike.

Melania Trump ji wê roja ku Serok Trump li Orlando dîyar kiribû ku ewê bo hilbijartinên 2020’an bibe berbijar vir ve beşdarî çalakîyên hilbijartinê nebûbû ku ew çalakî di Hezîrana 2019’an de li dar ketibû.

Çaverê bû ku Melania Trump di meha Adarê de beşdarî çalakîyên komkirina alîkarîyên diravî bûbûya, lê ew çalakî jiber vîrusa korona hatibûn betal kirin.

Xanima Yekê Melania Trump jî bi Serok Donald Trump re di serê Cotmehê de bi vîrusa korona ketibû.

XS
SM
MD
LG