Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve ya Kanada Melanie Joly bi Vîrusa Korona Ketiye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku testeke lezgîn ya vîrusa korona ya Wezîra Derve ya Kanada Melanie Joly pozîtîf derketiye.

Reutersê da zanîn ku heta encama testa Joly pişrast dibe ew dê di karantînê de bixebite.

Joly ya 42 salî di meha Cotmehê de bo wezîrîyê hat hilbijartin û ew plan dike ku dijî belavbûna vîrusa korona têkoşîneke berfireh bimeşîne.

Wezîra Derva ya Kanada dîyar kir ku heta ew encama testa PCR distîne dê di karantînê de bi awayekî onlayn karên xwe bike.

Wê zêdetir agahî nedan û berdevikên wê jî ser testa wê ya pozîtîf ti şirove nekirin.

XS
SM
MD
LG