Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melania Trump Gera Xwe ya Afrîqa Didomîne


Xanima yekê ya Amerîka Melania Trump gera xwe ya Afrîqa îro Çarşemê li Gana didomîne.

Xanim Trump îro serdana nexweşxaneyeke Accra ya paytexta Gana kir û batanî û hirçokên pêlîstok dan pitikên nûçêbûyî û dayikên wan.

Melania Trump demeke zûtir ya îsal, jibo xweşhalîya zarokan kempeyneke bi navê "Bibe Herî Baş" dabû destpê kirin û di vê serdana xwe de dixwaze wê kempeynê berfirehtir bike.

Melania, piştî ku hevjîna wî Donald Trump bû serokê Amerîka, cara yekê ye ku tenê diçe serdaneke navnetewî.

Piştî Gana, ewê here Malawî, Kenya û Misirê jî bike û girîngî bide ser qencbûna saxlemîya dayikan û pitikên ku hatine jîyanê, perwerdekirina zarokan.

Serdana Malania di vê demê de tê ku hevjînê wê Serok Trump şîroveyên tund li hember Afrîqa kiribûn û ew jî bûbûn sedema nerazîbûnên welatên Afrîqî.

XS
SM
MD
LG