Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer Ocalan Çîroka Meleyê Kurd Anî Rojeva Parlamena Tirkîyê


Parlamenterê HDP'ê yê Ruhayê Omer Ocalan çîroka xemgîn ya meleyekî ji bajarokê Siwêrega Ruhayê, ku ji COVID-19 miriye, anî rojeva parlamentoya Tirkiye.

Parlamenterê Kurd îdiayên derbarê mirina mele, ji cîgirê serokomarîya Tirkîyê Fuat Oktay pirsî.

Li gor pirsnameya Omer Ocalan, Mele Osman Çîlentî jiber ku nava wî û miftîyê Siwêregê xirab dibe, ew dişîne gundekî din. Paşê jî mele erkdar dike ku nexwewşên ji COVID-19 dimirin, bişo, lê kincên xweparastinê nadin wî. Mele jî jiber şûştina mirîyên COVID tûşî nexweşîyê bûye û lê dema nexweş e jî ji wî hatiye xwestin ku karê şûştina mirîyan bidomîne.

Mele du hefte berê ji nexweşîna COVID- 19 mir û Omer Ocalan gazinc û îdiayên malbatê anî rojeva parlamanê.

Ocalan behsa çîroka Mele Osman kir û derbarê rewşa bajarê Ruha ji alîyê vîrusa korona agahîyan da.

Hun dikarin agahîyên berfirehtir ji fayla deng guhdar bikin.

KHF_09_04_2020_O_Ocalan_Mele Osman_Rewşa_Ruha
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:26 0:00

XS
SM
MD
LG