Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Zindanên Tirkîyê Di Hefteyeke De 2 Girtîyan Dawî Bi Jîyana Xwe Anî


Li Girtîgeha Jinan ya Gebze ya Kocaelî girtîya sîyasî Ayten Beçet ya 24 salî jibo şermezarkirina tecrîda ser rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan serê sibê di saet 05.00’an de dawî li jîyana xwe anî.

Piştî buyerê rêxistinên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajarê Kocaelî û Îstenbulê li ber derîyê Girtîgeha Jinan ya Gebze daxuyanîyek dan.
Parlementera HDP ya Îstenbulê li Zuleyha Gulum li vir daxuyanî xwend. Gulum bi bir xist ku girtîyan jibo ku êdî mirin pêk neyên herwiha jibo azadî û demokratîkbûna Tirkîyê dest bi girevên birçîbûnê kirine û wiha got,

"Hevalên me yên di gireva birçîbûnê de ne dibêjin bila êdî li vî welatî mirin çênebin. Bila pirsgiraka Kurd bi rêyen demokratîk were çareser kirin. Astengîya li pêşîya aşitîyê tecrîd bi xwe ye. Heta tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin li vî welatî vekirina rêyên aşitîyê ne pêkan e. Hevalên me yên di girevên birçîbûnê de ne dixwazin tu kes nemirin. Jiber vê yekê gireva birçîbûnê ya Leyla Guven da destpê kirin li gelek cihên cuda yên cîhanê dewam dike. Îro jî hevalê me Ayten jibo bêdengîya îktîdar û civakî dawî li jîyana xwe anî.”

Ayten Beçet di sala 2012'an de li Dadgeha 6’an ya Cezayê Giran a Edenê hat darizandin û bi îdîaya "Endamtîya rêxistinê" 9 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birin.

Dîsa li aliyê din ve 17’ê Adarê de jî Zulkuf Gezen jibo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tekîrdag yê dawî li jiyana xwe anîbû.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:42 0:00
Direct link

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG