Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Mem Ararat: Bila Stran Azad Bin


Parlamenterê CHPê yê Îzmirê Atîlla Sertel di daxuyanîyekê de dîyar kir Sazîya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (TRT) ji 2016'an vir de qedexe danîye ser 208 stranan ku 66 ji wan Kurdî ne.

TRT li ser pirsîyarnameya Sertel dîyar kirîye jiber gotin û naveroka wan staranan qedexe kirine.

Di nav lista stranên qedexekirî de stranên Karapetê Xaço heta Ciwan Heco, Seyda Perinçek, Rojda, Agirê Jîyan, Mem Ararat hene.

Lorika Cemile, Zana û Andok, Gazin û Hawara Kobanê starnên qedexekirî yên Mem Ararat'ın.

Hunermend Ararat li ser qedexê got ku ji salê 1990'an heta îro dijberîyek li ser stranên Kurdî her hebû, lê qedexe feyde nade ti kesî.

Ararat bal dikşîne ser zextên hunermendên Kurd û dibêje ew rastî gelek astengîyan tên.

“Dema ku hunermend Kurdî distre di çavê dewletê de ew potansîyel sûcdar e û li vî welatî, pêşî konsertên hunermendên Kurd tên betal kirin.”

Ararat dide zanîn ku di bin rewşa awarte ya heyî de pêkanîna muzika Kurdî ne hêsan e.

“Qedexekirina stranan xizmeta Tirkîyê nake û rê li ber aramî digire. Bila bihêlin stran azad bin," Ararat bi berdewamî dibêje.

Starana Ararat ya bi navê Zana û Andok li ser du şervanên Kurd hatiye çêkirin. “Ev strana min behsa şîdetê nake, lê Zana û Andok wek propaganda hatiye bi nav kirin. Lê, ev stran lorînek e.“

Ararat, strana Lorîka Cemîlê jî li ser keça Kurd, Cemîle Cagirga ya 10 salî çêkiriye ku li Cizirê hatibû kuştin û meytê wê jiber qedexê çar rojan li malê, di sarincê de hatibû parastin.

"Cemîle li pêş çavê herkesî bi çi sosretî hate qetil kirin. Ev bûyer di sedsala 21'ê de çêbû û dema ku behsa êşa wê dikî, rastê qedexeyan têyî. Gelo ev çiqas wijdanî ye...?"

Kerem kin dirêjîya raportê li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:09 0:00

XS
SM
MD
LG