Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Partîyeke Nû Kete Qada Sîyasetê


Li Tirkîyê kesên ku ji Partîya Gel ya Komarî (CHP) veqetîyan di nav saleke de du partîyên cuda damezirandin.

Partîya yekê di bin seroktîya Mustafa Sarigul hate damezirandin ku navê wê Partîya Guherînê ya Tirkîyê (TDP) ye û ya din jî di bin seroktîya Muharrem Înce de ye û navê wê jî Partîya Memleket e.

Înce piştî damezirandinê li Enqerê bi beşdarbûneke girseyî navenda giştî ya Partîya Memleket vekir û serokên bajaran yek yek da nasîn.

“Opozîsyon û desthilatî ne ji hev cûda ne. Her du jî hevdu xwedî dikin. Di bin desthilatîya me de wê hemû pirsgirêkên Tirkîyê çareser bikin,” Înce got.

Serokê Bajarê Agirî yê Partîya Memleket Mahsut Kosedag ji Dengê Amerîka re got ku ger ew bibin desthilatdar, ewê berî her tiştî edeletê binin û astengîyên pêşîya ziman, ol, azadîyan rakin.

Mahsut Kosedag
Mahsut Kosedag

Partîya Memleket li ser pirgirêka Kurd her çiqas rengê xwe dîyar neke jî, Kosedax dibêje ku partîya wan cudatîyeke naxe nav mirovan.

“Serokê me dixwaze ku berî her tiştî edelet were cî. Mesela nabêje ku ev Kurd e û bavêjin zindanê yan jî wî guhdar nekin. Ew dibêje yên ku sucek nekirîye pêwîst e ku hemû mafê wî were parastin.”

Partîya Memleket di 17 Gulanê 2021'an de di bin serokatîya Muharrem Înce de wek partîyeke sîyasî ya Tirkiyê hate damezirandin.

Li gor rêziknameyê kurtenivîsîna vê partîyê “Memleket” e. Logoya wî ji bi rengê şîn çêbûye heft sprîal û heft nok ser de hene û di navê de jî morîya nezerê cî digre. Li parlementoyê jî bi 3 parlamanteran ve tête temsîlkirin. Ev partî rêça Mistefa Kemal jibo xwe rêya bingehîn dibîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku berî niha di nava Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de jî du partîyên nû derketibûn û ketibûn qada sîyasetê.

ED_24_05_2021_Memleket
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00

XS
SM
MD
LG