Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Amerîka Roja Leşkerên Cangorî Ye


Îro li Amerîka Roja Leşkerên Congorî (Memorial Day) e û jin û mêrên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine, tên bi bîranîn.

Di vê roja bêhnvedana federalî de, ku ji sala 1918'an vir ve tê pîroz kirin, gelek bernameyên taybet tên darxistin û bal li ser fêdakarîya jin û mêrên Amerîkî tên kişandin.

Di vê rojê de, xwaringeh û firşoşgehên li seranser Amerîka yan bi belaşî û yan jî buhayekî erzan xizmet didin malbatên leşkerên cangorî û gazîyên Amerîkî.

Lê, îsal ji wek saka borî jiber belavbûna vîrusa korona bernameyên girseyî nayên pêk anîn.

Serokê Amerîka Joe Biden ji peyama xwe ya jibo Roja Leşkerên Cangrî de got ku endamên leşkerîya Amerîka sitûna vî welatî ne.

“Divê em tim cangorîyên xwe û canfêdakirina wan ya jibo azadîya me bi bîr bînin û ti car bîr nekin ku em deyndarê wan û malbatatên wan in ku ku wan li pêy xwe hiştine,” Biden di bîranîna taybet de li Veterans Memorial Park ya eyaleta Delaware got.

XS
SM
MD
LG