Sînatorê Demokrat ê komîta pêwendiyên derve dedibêje serkirdeyê Korya Bakur Kim Jong Un serkeftin pêkaniye bi riya anîna serokê Amerîka ser heman maseyê.
Sînatorê wîlayeta New Jersey Bob Menendez dibêje:
“Kim Jong Un ji kesekî xerab li ser asta navnetwî bû kesekî normal (piştî vê kombûnê), divê tu bêjî wî hin serkeftin li vir qezenc kiriye.”
Menendez her wiha diyar kir ku lidarxistina rêkeftineka navokî li gel Korya Bakur dê ne xala dijwar be, çimkî berê jî serokên Amerîka karîbûn rêkeftinan destpê bikin lê ew têk diçûn. Pirs di vir de ewe gelo dê Korya Bakur erê bike programên xwe yên moşekên balistî û navokî jinav bibe.
Menendez li ser tilfizyona ABC ev axaftin kirin di demekê de ku serok Donald Trump li Singaforê ye ji bo kombûna li gel Kim Jong Un.