Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merasîmên bo Qurbanîyên Êrîşên 11'ê Îlonê Îsal jiber Vîrusa Korona Hatin Guherandin


Merasîma bîranînê ya bo qurbanîyên êrîşên 11’ê Îlonê, di salvegera 19’an ya êrîşê de, jiber vîrusa korona hatin guherandin.

Îsal dê cara pêşî kêm kes beşdarî merasîma li New Yorkê bibin û navên qurbanîyan dê ji alîyê nasên wan ve neyên xwendin.

Di merasîma li Pentagonê de jî, navên qurbanîyan dê ji tomara dengî were bihîstin û dê ji derve kes beşdarî merasîma leşkerî nebe.

Li Bîrdarîya Neteweyî ya Flight 93 jî navên qurbanîyan de jî alîyê yekî ve werin xwendin û dê li wir konserta muzîkê çênebe.

Ronahîya temsîlî ya bo cot-qûleyên Navenda Bazirganî ya Cîhanê, dê wek salên borî were çêkirin.

Di êrîşên 11’ê Îlonê ya 2001’an de, ku El Qaydê bi 4 firokên hatibûn revandin, êrîş biribûn ser avahîyên girîng yên Amerîka, 3000 kesan jîyanên xwe ji dest dabûn.

XS
SM
MD
LG