Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Berîya Mêrdînê Nêzî150 Gund Bê Elektrîk In, Cotkar di Rewşeke Dijwar de Ne


Li dora li 150 gundên Qoser (Kiziltepe), Nisêbîn û Dêrika Mêrdînê, ji meha Gulanê vir ve elektrîk tê birîn.

Kompanîya Elektrikê, Dîcle Elektrîk (DEDAŞ) ji gundîyan re dibêje ku ew jiber deynan elektrîkê dibire.

Cotkar Berxedan Erdem yê ji gundê Endewîra Dêrîkê dibêje ku ji 14’ê Gulanê vir ve elektrîka qut kirine û DEDAŞ’ê jibo sê salan 646 hezar lîra (nêzî 100 hezar dolar) deyn ji wan re derxistiye.

“Me 260 donim garis çandine, lê jiber ku elektrîk hatiye birîn em nikarin ji bîran avê bikşînin ku zevîyên xwe av din. Loma hemî garis hişk bûne. Bi giştî li devera wan 150 hezar donim bê elektrîk e û ji 210 donim re jî rojê tenê 12 seat elektrîkê didin.”

Ji Gundê Mecburî ya Qoserê, Salih Bedirxan jî dibêje ku deynê wan tuneye, lê serê du meh in elektrîkê wan jî nayê berdan û 300 donim garisên wan hişk bûne.

Qutkirina elektrîkê mal û ajalan jî bê av hîştiye û rûniştvanên bi dehan gundan mecbûr dimînin ku bi traktoran avê bînin.

Tevî ku me xwest em sedema birîna elektrîkê ji DEDAŞ’ê bipirsin, kompanî bersîva daxwaza me neda.

Kerem kin ser fayla deng ya jêrîn guhdarîya agahîyên zêdetir bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:23 0:00

XS
SM
MD
LG