Hejmartina dengên hilbijartinên hêrêmî yên Tirkîyê didome.
Ajansa Anadolu, ku ajansa fermî yê Tirkîyê ye, dîyar dike li Mêrdînê heta niha 72 ji sedê dengan hatine hejmartin.
Ajans dide zanîn ku berbijarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Mêrdînê Ahmet Turk 53.74 dengan sitandîye û bi vî awayî li pêş e.
Dîsa li gor ajansê, li Şirnexê jî 90 ji sedê dengan hatiye hejmartin û berbijarê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Mehmet Yarka 62.06 ji sedê dengên sitandîye.