Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Yunanî: Lêgerîna Jina Tirk û Zarokên Wê Bê Encam Mane


Çemê Merîç (Evros) tixubê xweezayî ya navbera Yunanistan û Tirkîyê ye
Çemê Merîç (Evros) tixubê xweezayî ya navbera Yunanistan û Tirkîyê ye

Karbidestên Yunanî dibêjin lêgerîna wan ya bo jineke Tirk û sê zarokên wê, ku di Çemê Merîç (Evros) ya ser sînorê Tirkîyê de hinda bûbûn, heta niha bê encam maye.

Polîsan sibeha roja Pêncşemê çar zilam û zarokek rizgar kiribûn ku hewil didan ji Tirkîyê birevin Yunanistanê.

“Belema qurbanîyan, piştî ku wê li zinarekî yan darekê da, Ii nav çemê binav bû. Ji dema bûyerê heta niha jinek û sê zarokên wê hinda ne,”berdevkeke polîsan ji Reutersê re got.

Wê da zanîn ku polîsanbi rêka kesên rizgarkirî hewil didin ku wêneyên kesên hinda peyda bikin û nasnameya wan hîn bibin.

Tevî ku giheştina Yunanistanê ji Tirkîyê tenê pênc, şeş deqe dikşîne, avên wê yên lezgîn pir xeter in û dibin sedema kuştina gelek kesan.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştî hewila darbeya serneketî, gelek kes ji ser Çemê Merîçê ji Tirkîyê direvin û derbazî Yunanistanê dibin.

XS
SM
MD
LG