Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Tunekirina Dewleta Îslamî Hîn Dûr E


Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Înê li Berlînê, di merasîma vekirina navenda nû ya sazîya îstixbaratî ya bîyanî (BND) de got ku tunekirina Dewleta Îslamî hîn dûr e.

“Cîhê şabûnê ye ku qaşo Dewleta Îslam ji herêmên bin kontrola wê hatin derxistin, lê ew yek wateya hindabûna Dewleta Îslamî nade. Ew niha xwe diqilupîne hêzeke şerker xirabkarî û ew jî bêguman gef e.”

Merkelê bi berdewamî dîyar kir ku şopandine bûyerên ku li Sûrîyê diqewimin yek jî mijarên herî girîng ya BND’ê ye.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê ragihandibû ku Dewleta Îslamî hate têkbirin, lê daxuyanîyên wê cudabîrîyên heyî yên navbera du hevalbendan nîşan didin.

XS
SM
MD
LG