Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Artêşa Afghanistanê “Bi Lezeke Henasebir” Hilweşiya


Rawêjkara Almanî Angela Merkel îro Şemiyê got rûxandina hikûmeta Afghanî û artêşa wê, piştî kontrolkirina Talîbanê ji Kabulê re, di “lezeke hesansebir” de bû.

Merkel ev axaftin di çalakiyeke helmeta hilbijartinan de kir û got wê texmîn kiribû ku ew bihêztir bin.

Merkelê got pêwîste ew niha bêhtir balê bidin ser rizgarkirina bêhtirîn welatiyên Almanî û hevbendên NATO û her wiha hêzên xwecihî, di zûtirîn dem de.

Bi hezaran wergêrên ziman yên Afghanî û yên din li gel malbatên xwe hewl didine ku ji Afghanistanê birevin piştî kuTalîbanê di hefteyekê de dest danî ser wî welatî.

Doh Înê firokeke Almanî 172 kes ji Afghanistanê derxistin, lê du geştên din tenê heft û heşt kes derxistibûn.

Merkel got:

"Di van demjimêran de tiştê herî girîng ew e parastina xelkê. Welatiyên me yên Almanî, welatên endamên NATOyê, lê di serî de, yên ku alîkariya me kirinî. Serbazên me û hêzên NATOyê.”

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG