Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Û Erdogan Li Hamburg Dê Kom Bibin


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Şêwirmenda Almanîya Angela Merkel.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Şêwirmenda Almanîya Angela Merkel.

Steffen Seibert peyivdarê şêwirmenda Almanîya Angela Merkel (CDU) roja Çarşemê ji Berlin ragihand ku, serok hikûmeta Almanîya Merkel û serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan, li perê civîna 20 welatan dê hevdu bibînin ku, li bajarê Hamburg yê Almaniya roja Înê pêk bihê.

Têkiliyên, Almanîya û Tirkiyê ku, herdû endamên hevpeymana NATO'ê ne, ev çendîn mehin têkçûne û alozî di navber wan de tên berdewamkirin, bi taybet doh Tirkiyê li dij Almaniya nerazîbûn nîşan dabûn jiber peykerek li hember şêwirmendîya Almanîya li Berlin hatîye danîn û Erdogan weke diktator nîşan daye û herweha peyker Erdogan weke rewackarê tundûtîjiyê tê wesifkirin.

Rojnama "die Zeit" ya Almaî hevpeyivînek li gel Erdogan encam daye, Erdogan rexneyan li Almaiya dike û dibêje ku, Almaniya destûrê nade ew goterekê jibo civaka Tirk pêşkeş bike û biaxive, Erdogan derbarê vê pirsê got ku ev hewildana Almaniya "Xwekujî"ye.

Peyivdar dîsan dide zanîn ku, Angela Merkel dê ligel serokê Fransa Emmanuel Macron û serokê Rûsya Vladimir Putin derbarê pirsgirêkên Ukraniya gotûbêjan encam bide.

XS
SM
MD
LG