Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Almanya ji Peymana Navokî Venakişe

Serokwezîra Almanya Angela Merkel dîyar kir ku jiber vekişîna Amerîka ji peymana navokî ‘’xemgînî û fikar’’ çêkirine û careke din dubare kir ku ewê di peymanê de bimînin.

Merkel îro Çarşemê li Berlînê da zanîn ku ewê girêdayî peymana navokî bimînin û hewil bidin ku Îran jî li gor peymana îmzakirî tevbigere.

Merekel got ku peymana navokî bo demeke dîyar kêşe çareser kirine û dîyar kir ku ewê bo karbidestên Îranê re bo çareserîyeke mayînde hevdîtinan bikin.

Serokwezîra Almanya dîyar kir ku Îran divê bernameya xwe navokî bi temamî rawestîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG