Serokwezîra Almanya Angela Merkel piştî civîna rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE), ku bo rewişa Belarûsê kom bûbûn, ser encama civînê axifî.
Xanim Merkel dîyar kir ku YE encamên hilbijartinên seroktîyê yên Belarûsê qebûl nake.
Merkel da zanîn ku hilbijartinên li Belarûsê ‘’ne adil û serbest’’ in û bal kişand ku li wir ‘’binpêkirinên mezin’’ çêbûne.
Wê bi berdewamî got ku ‘’Em tundûtûjîya hovana ya dijî însanan şermezar dikin’’ û da zanîn ku xwenîşanderên hatine desteser kirin divê bê şert werin berdan.
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen jî piştî civînê dîyar kir ku wan bo Belarûsîyên ku bi tûndûtûjîya dewletê re rû bi rû mane 2 mîlyon euro veqetandiye.
Von der Leyen da zanîn ku ewê bo civaka sîvîl û medyaya serbixwe jî 1 mîlyon euro alîkarî bidin.
‘’Em alîgirên wan kesan in ku azadîyên bingehîn û demokrasîyê dixwazin.’’ Von der Leyen got.
Serokê Rûsya Vladimir Putin berî hilcivîna YE’ê ji rêberên wê yekîtîyê xwestibû ku maytekirinê li karên navxweyî yên Belarûsê nekin.
Aleksandr Lukashenko, ku 26 sal in li desthilata Belarûsê ye, dîyar kiribû ku wî di hilbijartinên 9’ê Tebaxê de 80 ji sedê dengan sitandîye û serketina xwe ragihandibû.
Rêbera opozîsyonê Svetlana Tihanovskaya û alîgirên wê jî îdia kiribûn ku di hilbijartinan de sextekarî çêbûye û bang li civaka navneteweyî kiribûn ku encamên hilbijartinê qebûl nekin.