Serokwezîra Almanya Angela Merkel îro Sêşemê di derbarê bilindbûna hejmara pêketinên vîrusa korona de peyîvî û sistkirina tedbîr û qedexeyên hember vîrusê rexne kir.
Merkel got ku Almanya vê gave di nava kêşeya pandemîyê de ye. Wê bang li Almanan kir ku pîvanên dûrahîya civakî û paqijbûnê bi cîh bînin.
Serokwezîr Merkel piştî civîneke bi walî û wezîrên North-Rhine Westphalia, ku eyaleta herî şenîbar (qelebalix) ya Almanya ye, jibo danîna qanûn û pîvanên hevbeû yên dijî pandemîyê piştgirîya xwe dîyar kir.
Li Almanya 16 eyalet hene û her yek ji wan tedbîr û qedexeyên dijî nexweşîya COVID-19 bi serê xwe destnîşan dikin.
Pispor xema xwe dîyar dikin ku hebûna qanûn û rêbazên curbicur li welatê bi nifûsa 83 mîlyon kesan dibe sedemên tevlihevî û rê li ber bersîvdana karîger digirin.
Merkel û walîyê North-Rhine Westphalia Armin Laschet dibêjin ku sînordarkirinên sibêrojê barên giran li ser jîyana zarok û xwendekaran nekin.
Rêvebirîya kontrola nexweşîyan ya Almanya îro Sêşemê ragihand ku 1390 bûyerên nû yên pêketina vîrusa korona hatine tomar kirin.