Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel jiber Azadbûna Rojnamevan Denîz Yucel Kêfxweş E


Serokwezîra Almanya Angela Merkel dîyar kir ku ew jiber serbestmayîna rojnamevan Denîz Yucel kêfxweş in.

Merkel li Berlînê, di preskonferansekê de li ser berdana Yucel peyîvî. Wê got ku ew bi azadbûna Yucel, ku hem hemwelatîyê Almanya, hem jî yê Tirkîyê ye, dilgeş in.

Merkel bang li karbidestên Tirk kir ku hemwelatîyên din yên Alman, ku niha girtî ne, li gor hiqûqa qanûna bingehîn û bi darizandineke adil, serbest bikin.

Hêjayî bêrxistinê ye ku Yucel sala borî bi tohmeta "propandaya rêxistina terorê û azirandina gel bo nefretê" hatibû desteser kirin û dûre jî hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG